Alîkarekê Rêveberê Girtîgeha Sîdnaya li Tertûsê hat girtin

Navenda Nûçeyan (K24) - Ewlekariya Navxweyî li parêzgeha Tertûsê Eqîd Sair Hisên girt, ku yek ji alîkarên Rêveberê Girtîgeha Sîdnaya bû.
Wezareta Navxwe ya Sûriyeyê li ser kanala xwe ya Telegramê ragihand, “Piştî operasyoneke berfireh a ewlehiyê, Eqîd Sair Hisên ku li devereke dûr a gundên Tertûsê xwe heşar dida hat girtin.”
Wezareta Navxwe ya Sûriyeyê amaje jî da, “Piştî girtina wî, ew ji bo aliyên peywendîdar hat veguhastin, ji bo ku rêkarên qanûnî yên pêdivî li beranberî wî bên bicihanîn.”
Girtîgeha Sîdnaya yek ji girtîgehên herî bitirs ên rejîma Esed e, ku girtî tê de bi tundtirîn awa dihatin îşkencedan û kuştin. Herwesa gelek binpêkirin jî li dijî girtiyên Sûriyeyê di wê girtîgehê de dihatin kirin.