Karasû: Tevî biryara me ya çekdanînê, aliyek di dewletê de dixwaze pêvajoyê asteng bike

Navenda Nûçeyan (K24) – Di demekê de ku nîşaneyên destpêkirina pêvajoyeke nû ya aştiyê û danîna çekan a grûpeke PKK'ê zêde dibin, Endamê Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Mistefa Karasû, aliyên di nav dewleta Tirk de bi astengkirina pêvajoyê tawanbar kir û got, êrîşên leşkerî yên li ser wan berdewam dikin.

Mistefa Karasû, duh 2'ê Tîrmehê, di bernameyeke televîzyonê de ragihand, tevî biryara PKK'ê ya xwehilweşandinê û bidawîkirina têkoşîna çekdarî, êrîşên artêşa Tirk ên li ser baregehên wan ên li Herêma Kurdistanê didomin.

Karasû diyar kir, "mafê gerîlayên PKK'ê ye" ku li hemberî êrîşên artêşa Tirk parastina xwe bikin û wiha got: "Ev êrîş nîşan didin ku aliyek di nav dewletê de heye ku dixwaze pêvajoyê têk bibe û ji bo wê astengiyan derdixe."

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê wiha domand: "Me tişta ku ji me dihat xwestin kir. Me kongreya xwe li dar xist, me biryara xwehilweşandinê û dawîanîna têkoşîna çekdarî da. Êdî dora hikûmetê ye ku gavan bavêje."

Karasû herwiha nêrîna xwe anî ziman, eger hikûmeta Tirkiye bixwaze pêvajoya çareseriyê bi ser bikeve, "divê zîhniyet, siyaset û helwesta xwe biguherîne. Pêwîst e xwedî helwest û têgihiştineke nû be."

 
 
Fly Erbil Advertisment