Piştîwan Sadiq: Bexda ji sala 2014'an ve kêşeyan ji bo xelkê Kurdistanê derdixe

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Ewqaf û Karûbarên Olî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Piştîwan Sadiq ragihand, Hikûmeta Iraqê ji sala 2014'an ve bi rêya mijara mûçeyan kêşeyan ji bo xelkê Kurdistanê derdixe û ev yek wek beşek ji siyaseta dîrokî ya li dijî Kurdan bi nav kir.

Piştîwan Sadiq îro 3ê Tîrmehê di konferanseke rojnamevanî de, amaje bi dîroka têkiliyên Kurd û Bexdayê kir û got: "Di sala 1959'an de bi destûra Iraqê re hêviyeke mezin çêbû, ji ber ku di madeya sêyem de dihat gotin ku Kurd û Ereb hevparên vî welatî ne."

Sadiq got jî: "Dema Barzanî ji Yekîtiya Sovyetê vegeriya, tevahiya gelê Iraqê bi vegera wî kêfxweş bû. Lê paşê Ebdulkerîm Qasim êrîşî Kurdistanê kir û ji hemû sozên xwe poşman bû. Piştî wî jî, ji Partiya Beis bigire heta îro, çi soz dabin Kurdan, jê poşman bûne."

Wezîrê Ewqaf û Karûbarên Olî destnîşan kir, piştî rûxandina Sedam Husên di 2003'an de, Kurdan roleke mezin di avakirina dewleta nû ya Iraqê de lîst û got: "Destûreke me heye ku hemû mafên xelkê Kurdistanê tê de hatine nivîsandin. Lê desthilatdarên Iraqê xalên destûrê yên têkildarî Kurdistanê û jiyana hevpar binpê dikin û her tim li dijî Kurdan radiwestin û kêşeyan çêdikin."

Sadiq amaje bi wê yekê kir, ji sala 2014'an ve armanca Bexdayê ew e ku bi rêya birîna mûçeyan, pirsgirêkên din ên bingehîn ên wekî "doza axê" ji bîra xelkê Kurdistanê bibe. Herwiha rexne li opozîsyonê girt û got: "Partiyên me yên opozîsyonê jî her tim gotara Bexdayê dubare dikirin ku 'Hikûmeta Herêmê petrolê radest nake'. Lê Hikûmeta Herêmê ne tenê amade bû petrolê radest bike, belkû hinardekirina wê bi temamî hat rawestandin."

Derbarê rêkeftina dawî de, Sadiq got: "Di destpêka meha Sibatê de her du hikûmet li ser hin pabendiyan li hev kirin. Encûmena me ya Wezîran li ser bingeha wê rêkeftinê, ji bo ku pirsgirêka mûçeyan çareser bibe, biryara rawestandina damezrandin, pilebilindkirin û gelek tiştên din da, lê Bexda hîn jî pabendî sozên xwe nabe."

Di dawiyê de Piştîwan Sadiq tekez kir, ew bawer dike ev pirsgirêk dê were çareserkirin û got: "Baweriya me bi şiyana hikûmet û Serokwezîrê me heye ku vê kêşeyê çareser bikin." Sadiq herwiha got: "Ev ne kêşeyek di navbera Bexda û Hewlêrê de ye, lê ev kêşeyek e ku Bexda bi zanebûn ji bo Kurdistanê çêdike."

 
 
Fly Erbil Advertisment