Serok Barzanî Pêşwazî li Şandeyê Neteweyên Yekgirtî kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 3ê Hezîranê pêşwazî li Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî û Serokê Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî ji bo Alîkariya Iraqê (UNAMI) Mihemed El-Hessan kir.

Di civînê de, rewşa giştî ya navçeyê û geşedanên dawî hatin nirxandin. Herwiha, pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de û girîngiya diyaloga di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê de ji bo çareserkirina kêşeyan hatin gotûbêjkirin.

Mijareke din a hevdîtinê, kar û çalakiyên UNAMI'yê li Iraq û Herêma Kurdistanê bû û rola wê di piştgiriya proseya siyasî û îstiqrarê de hat destnîşankirin.

 
 
Fly Erbil Advertisment