Hişyarî ji bo Madeyên hişber li Iraqê: Metirsî ji terorê zêdetir e

Navenda Nûçeyan (K24) – Komîsyona Mafên Mirovan a Iraqê hişyarî dide ku welat rûbirûyê belavbûneke berfireh a madeyên hişbir e, bi taybetî Kristal ji Îranê û hebên Kaptagonê ji Sûriyeyê. Di heman demê de, Wezareta Navxwe ya Iraqê radigihîne ku îsal bi tonan madeyên hişbir hatine desteserkirin û bi hezaran kes hatine girtin.
Li gorî daneyên ku di Lûtkeya Polîsên Cîhanî de hatine eşkerekirin, îsal li Iraqê dest li ser nêzîkî 3 ton madeyên hişbir hatiye danîn. Herwiha zêdetirî 3 hezar gumanbar hatine desteserkirin û ceza li ser 973 bazirgan û bikarhêneran hatiye birîn. Wezareta Navxwe destnîşan dike ku Iraq di warê rûbirûbûna bazirganiya madeyên hişbir de di rêza sêyemîn a cîhanê de ye.
Raporta Komîsyonê tekez dike, Kristal ku bi piranî ji Îranê tê, û Kaptagon ku ji Sûriyeyê derbas dibe, du cureyên herî belavbûyî ne. Li gel van, Haşîş, Marijûana û Hêroîn jî weke madeyên ku astengiyên mezin ji bo civaka Iraqê çêdikin, hatine binavkirin.
Wezareta Navxwe diyar dike, têkoşîna li dijî madeyên hişbir pêwîstî bi xebateke şev û roj heye da ku hemû torên navxweyî û navneteweyî bên têkbirin. Weke mînakeke vê têkoşînê, di operasyoneke dawî ya li başûrê welêt de, dest li ser 40 kîlogram madeyên hişbir (hêroîn, kristal û kaptagon) hatiye danîn û bazirganekî mezin ê navneteweyî jî bûye armanc.
Derbarê mijarê de, endamê Komîteya Asayîş û Berevaniyê ya Parlamentoya Iraqê, Elî Nîme, ragihand ku hêzên ewlehiyê li dijî torên bazirganiyê destkeftiyên girîng bi dest xistine. Nîme got, "Ji bo Iraqiyan, metirsiya madeyên hişbir ji ya terorê zêdetir e." Wî herwiha bal kişand ser hemahengiya baş a bi welatên cîran re ji bo şopandina torên navneteweyî, ku gefê li ser tevahiya herêmê û cîhanê dixwin.