Li Tirkiyeyê bihayê mazotê dîsa zêde dibe
Diyarbekir (K24) – Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, zincîra zeman a li ser sotemeniyê berdewam dike. Hat ragihandin, ji nîvê şeva Çarşemê û pê ve, bihayê mazotê dê careke din bi lîreyek û 70 qurişan zêde bibe.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên sektora enerjiyê, sedema sereke ya vê zêdebûnê, guherînên li bazarên cîhanî û bilindbûna bihayê petrola Brent e ku piştî danûstandinên aborî yên di navbera Amerîka û Çînê de pêk hat.
Bi vê zema nû re, li bendê ye ku bihayê lîtreya mazotê li bajarên wekî Diyarbekirê, sînorê 50 lîreyan derbas bike.
Ev zêdebûn di demekê de tê ku hefteya borî jî zemeke mezin li sotemeniyê hatibû kirin. Di hefteya buhurî de, bihayê benzînê 2 lîre û 26 quriş, yê mazotê jî 2 lîre û 12 quriş zêde bûbû.