Brîtanyayê balyozxaneya xwe ya li Tehranê dîsa vekir

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Dewletê yê Brîtanyayê yê ji bo Karên Derve, Hamish Falconer ragihand, welatê wî balyozxaneya xwe ya li Tehranê, piştî heyameke girtina demkî, ji nû ve vekiriye.
Falconer îro 7ê Tîrmehê di gotareke xwe de li Parlamentoya Brîtanyayê got: "Me balyozxaneya xwe ya li Tehranê piştî girtineke demkî vekir. Me planeke kar a zelal daniye û em dê berdewam bin li ser lîstina rola xwe ya temam, ji bo misogerkirina ewlehî û silametiya welatiyên Brîtanî yên li Îranê."
Biryara vekirina balyozxaneya di demekê de tê, têkiliyên di navbera Tehran û hejmarek welatên rojavayî de ji ber çend mijaran aloz in. Di nav van mijaran de dosyeya atomî ya Îranê, mafên mirovan û desteserkirina welatiyên xwedî du nasname hene.
Brîtanyayê ji ber rewşa ewlehiyê ya piştî şerê 12-rojî yê Îsraîl û Amerîkayê yê li dijî Îranê, bi awayekî demkî karmendên xwe ji balyozxaneya li Tehranê vekişandibûn.