Mesrûr Barzanî: Heta dawiya 2026ê projeya Ronakiyê digehe seranserî Herêma Kurdistanê

Mesrûr Barzanî
Mesrûr Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Ji ber berfirehbûna projeya Ronakiyê û wergirtina mifayî ji elektrîka 24-seetî ji hêla zêdetirî du milyon welatiyan ve, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê peyamek parve kir.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Çarşem, 09ê Tîrmeha 2025ê) li ser tora civakî ya Xê nivîsiye, "Niha du milyon welatiyên Herêma Kurdistanê bi rêya projeya Ronakiyê elektrîka 24-seetî heye. Heta dawiya sala 2026ê, ew proje dê bigehe hemî mal û cihên bazirganî li seranserî Herêma Kurdistanê."

 
 

 

Fly Erbil Advertisment