Amnesty bang li Şara kir: Rapora bûyerên beravê eşkere bike
Navenda Nûçeyan (K24) – Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty International) daxwaz ji Serokê Sûriyeyê Ehmed Şara kir, rapora komîteya lêkolînê ya derbarê bûyerên li beravên Sûriyeyê de bi temamî eşkere bike.
Di daxuyaniyekê de, Cîgira Rêvebera Bernameya Rojhilata Navîn a rêxistinê Kristin Bekerlî îro 9ê Tîrmehê got: "Rizgarbûyî û malbatên qurbaniyan mafê wan heye ku bizanibin çi qewimiye, kî berpirsiyar e û dê desthilatdarî ji bo pêkanîna dadweiyê çi gavan bavêjin."
Bekerlî herwiha bang kir, lêpirsînên serbixwe û bêalî bêne kirin û qerebûyên bi bandor ji bo rizgarbûyî û malbatên zerardîtî bêne dayîn.
Rêxistinê amaje bi soza Şara ya ku ji bo "cezakirina berpirsan" dabû kir û diyar kir ku êdî dema cîbicîkirina vî sozî hatiye.
Komîteya lêkolînê di 9'ê Adara borî de hatibû avakirin û diviyabû di nav 30 rojan de rapora xwe pêşkêş bikira, lê belê karê wê sê mehan hat dirêjkirin.