Kabîneya Nehem 24 saetan elektrîk ji tevahiya Kurdistanê re peyda bike

Navenda Nûçeyan (K24) – Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, di çarçoveya "Projeya Ronakiyê" de, plan heye ku heta dawiya sala 2026'an elektrîka 24 saetî bi nirxekî kêmtir ji berê, bigihêje hemû mal û kargehên li seranserê Herêmê.

Ev proje ku yek ji projeyên xizmetguzariyê yên girîng ên Kabîneya Nehem e, di destpêkê de li Hewlêrê dest pê kir û piştre ber bi parêzgehên Duhok û Silêmaniyê ve hat berfirehkirin. Tê payîn ku di demeke nêzîk de bigihêje parêzgeha Helebceyê û gelek taxên din ên nû.

Derbarê mijarê de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî duh 9ê Tîrmehê li ser tora civakî ya "X" daxuyaniyek da û got: "Niha du milyon welatiyên Herêma Kurdistanê bi saya Projeya Ronahiyê xwedî kehrebeya 24 saetî ne. Heta dawiya sala 2026'an, ev proje dê bigihêje hemû mal û cihên bazirganî yên li seranserê Herêma Kurdistanê."

Armanca sereke ya projeyê ew e ku pirsgirêka kêmbûna elektrîkê bi awayekî bingehîn çareser bike û xizmeteke domdar pêşkêşî welatiyan bike. 

Di Kabîneya Nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, gelek pirojeyên giring ên xizmetkariyan li seranserî Herêma Kurdistanê hatine bicihanîn. Niha jî çend pirojeyên din di qonaxa bicihanînê de ne, wekî elektrîka 24 saetî ku wekî Pirojeya Ronakiyê hatiye binavkirin. 

 
Fly Erbil Advertisment