Ji bo merasîma çekdanîna PKK'ê, şandeke DEM Partiyê gihîşte Hewlêrê

Navenda Nûçeyan (K24) – Şandeke payebilind a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo amadebûna di merasîma çekdanîna PKK'ê de, gihîşte Hewlêr, paytexta Herêma Kurdistanê.

Di şandê de siyasetmedarê dêrîn ê Kurd Ahmet Turk, parlamenterê Rihayê û endamê Şanda Îmraliyê Mîthat Sancar û berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan cih digirin. Şand ji aliyê Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fewzî Herîrî ve hate pêşwazîkirin.

Armanca serdana şandê, beşdarbûna di merasîma çekdanîna koma yekem a gerîlayên PKK'ê de ye. Li gor zanyariyan, biryar e sibe Înê, li Îdareya Serbixwe ya Raperînê merasîm were lidarxistin.

Ji bilî şanda DEM Partiyê, tê payîn ku komeke din a ji 150 kesî pêk tê ku di nav de siyasetmedar, nûnerên rêxistinên civaka sivîl, rojnamevan û nivîskarên ji Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hene, ji bo heman merasîmê werin Herêma Kurdistanê.

 
Fly Erbil Advertisment