Projeya cadeya Şêxan-Lalişê ji sedî 90 temam bûye

Navenda Nûçeyan (K24) - Karkirin li ser projeya cadeya dualî ya Şêxan-Lalişê berdewam e, ku gojimê 26 milyar û 484 milyon dînaran ji bo bicihanîna wê hatine terxankirin û heta niha 90% ya wê temam bûye.
Projeya navbirî berî dema xwe yê destnîşankirî, ku ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hatiye destnîşankirin, tê bicihanîn û dê di demeke nêzîk de temam bibe û bikeve ber xizmeta welatiyan.
Şofêrekî ji peyamnêrê Kurdistan24ê Bêwar Hilmî re got, “Ev cade yekalî bû û teng bû bes niha dualî ye. Spas ji Xudê re, gelek xweş e. Hindî bibêjî, xweş e. Ev ji bo deverê hemiyê gelek baş e. Hemî mifadar in.”
Şofêrekî din jî bi navê Casim Mihemed got, “Ev cade gelek baş hatiye çêkirin, bi sîstemeke can hatiye çêkirin û rêya xelkî gelek nêzîk kiriye. Ev ji bo xelkî gelek baş e. Tiştên hosa gelek baş in.”
Sê texên qîrî dê li ser wê cadeyê bên danan, da ku bi kalitiyeke baş bikeve ber xizmeta welatiyên vê deverê û xasma jî welatiyên Êzidî yên ku serdana perestingeha Lalişê dikin.
Rêveberê Projeyê Semîr Îsa jî got, “Dualîkirina cadeya Şêxan-Lalişê ku ji aliyê “North Life”ê ve tê bicihanîn li roja 21ê Îlona 2024ê hatiye destpêkirin. Dema bicihanîna vê projeyê 400 roj in, ku ji aliyê hikûmetê ve hatiye danan, bes bi aneha Xudê em wekî konpanî dê berî dema wê bidawî bînin û dê bikeve ber xizmeta xelkî. Rêjeya temambûna wê niha gihîştiye 90%. Wekî hûn dibînin, em li qonaxên dawiyê ne.”
Dirêjahiya vê cadeyê heşt kîlometr û 300 metrên in û li dû dîzayneke serdemane hatiye çêkirin. Ji bilî ku ev cade dê hêsankariyên hatin û çûnê ji bo wan Êzidiyan bike yên ku serdana perestingeha Lalişê dikin, ev cade dê bibe rêya sereke ya gelek gund û cihên geştyarî yên vê deverê jî. Nahyeya Etrûşê jî her li ser vê cadeyê bi qezaya Şêxanê ve tê girêdan.