Agirîn Ebdila: Di kabîneya nehê de rê li gorî standardên cîhanî hatine çêkirin

Agirîn Ebdila
Agirîn Ebdila

Navenda Nûçeyan (K24) - Wekîlê Wezîrê Avedankirinê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê amajeyê dide, “Hikûmeta Iraqê ji sala 2014ê ve ji bo projeyên xizmetkariyê tu pere ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê re neşandiye.”

Wekîlê Wezîrê Avedankirin û Şênîkirinê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Agirîn Ebdila îro (Pêncşem, 10ê Tîrmeha 2025ê) ji Kurdistan24ê re got, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê girîngiyeke mezin daye rêyan.”

Wekîlê Wezîrê Avedankirin û Şênîkirinê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê eşkere jî kir, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê zêdetirî trîlyoneke dînaran ji bo projeyên rêyan xerc kiriye û zêdetirî 2 hezar 600 kîlometrên rêyan bi 10 projeyan xistine xizmeta welatiyan.”

Agirîn Ebdila herwesa got, “Serkeftina pêvajoya aştiyê dê bibe sedema wê yekê ku, bêtir xizmeta rêyên gundên deverên sînorî bê kirin.” Tekez jî kir, “Hikûmeta Iraqê ji sala 2014ê ve tu pere ji Herêma Kurdistanê re neşandiye.”

Navbirî amaje jî da, “Plana rêyan demdirêj e û hikûmetê piraniya projeyan bi cih anîne. Piraniya rêyên ku di dema kabîneya nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hatine çêkirin li gorî standardên endezyariyê yên navneteweyî hatine çêkirin.”

 
Fly Erbil Advertisment