AK Partî: Pêvajoya çekdanînê ya PKKê HSD, PYD û PJAKê jî vedigire

Navenda Nûçeyan (K24) - Berdevkê AK Partiyê dibêje, “Divê pêvajoya çekdanînê ya PKKê bê arêşe bi rê ve biçe û dibe ku çend hefte an jî çend mehan vekêşe.”

Berdevkê AK Partiyê Omer Çelik îro (În, 11ê Tîrmeha 2025ê) di bernameyeke televîzyonê de ragihand, “Çekdanîn û hilweşandin sê parên sereke vedigire, ku ew jî ev in: PKK li Iraqê, HSD û PYD li Sûriyeyê û PJAK li Îranê.”

Omer Çelik herwesa got, "Divê ev hemî bên bidawîanîn û ev projeyeke dewletê ye. Pirsgirêka herî girîng a pêvajoya çekdanînê mekanîzma piştrastkirina dezgehên têkildar ên Tirkiyeyê ye, ka bi cih tînin û pêvajoya çekdanînê bi kiryar bi rê ve diçe an na.”

Navbirî amaje jî da, “Ji bo temamkirina vê pêvajoyê, divê gavên din bi awayekî bêarêşe bên avêtin û dibe ku ev pêvajo çend hefte an jî çend mehan vekêşe.”

Berdevkê AK Partiyê ron jî kir, “Serokomar dê li roja Şemiyê gotara xwe ya yekê li ser pêvajoya çekdanînê ya PKKê û qonaxa bê pêşkêş bike, dê gotareke tevalî û kûr be.”

Biryar wesa ye ku, merasîma çekdanînê ya PKKê seet 11 ê sibeha îro (În, 11ê Tîrmeha 2025ê) li sînorê Rêveberiya Xweser a Raperînê bê lidarxistin û hejmareke çekdarên PKKê çekên xwe dane.

 
 
 
 
 
Fly Erbil Advertisment