Ehmed Turk: Serok Barzanî ji bo Pêvajoya Aştiyê xizmeteke mezin kiriye

Navenda Nûçeyan (K24) – Siyasetmedarê Kurd ê ji Bakurê Kurdistanê, Ehmed Turk ragihand, pêngava ku îro ji bo aştiyê hatiye avêtin "gaveke gelek mezin bû" û hêvî kir ku pirsa Kurd li Tirkiyeyê bi rêya diyalogê were çareserkirin.

Ehmed Turk îro 11ê Tîrmeha 2025an, di daxuyaniyekê de ji bo Kurdistan24ê got: "Em kêfxweş in ku dibînin pirsa Kurd bi rêya aştiyê ber bi pêş ve diçe. Em hêvîdar in ku li Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn siyaseteke demokratîk were cîbicîkirin."

Turk da zanîn, îro destpêkeke nû ye û got: "Abdullah Ocalan û PKKê biryar dan ku pirsa Kurd bi rêya siyaset û diyalogê were çareserkirin. Tiştê ku îro rû daye, pêngaveke gelek mezin bû. Aştî tenê bi aliyekî pêk nayê, pêwîst e her du alî jî ji bo wê bixebitin."

Siyasetmedarê Kurd herwiha hişyarî da û diyar kir, eger Tirkiye ji bo vê pêvajoyê pêngavên pratîkî navêje, dê alozî zêdetir bibin.

Derbarê hewlên Serok Barzanî yên ji bo pêvajoya aştiyê de, Ehmed Turk bal kişand ser rola wî ya giring û got: "Serok Barzanî ji bo çareseriya pirsa Kurd û pêvajoya aştiyê xizmeteke mezin kiriye."

Turk di dawiya axaftina xwe de anî ziman: "Ocalan gihîştiye wê baweriyê ku şerê çendîn salan ê di navbera PKK û Tirkiyeyê de, sûd negihandiye ti aliyekî. Wî ti merc ji bo azadkirina xwe danenîne, heta dibêje, ez ê li vir bimînim."

Ev daxuyanî piştî wê yekê hat ku îro li gundê Caseneyê yê Silêmaniyê, di çarçoveya pêngaveke nû ya aştiyê de, 30 çekdarên PKKê çekên xwe şewitandin.

 
 
 
Fly Erbil Advertisment