Li Amêdiyê hirçekê şivanek birîndar kir

Navenda Nûçeyan (K24) - Li bajarkê Amêdiyê, hirçekê êrîşî ser şivanekî kir û birîndar kir, lê ew şivan ji bo nexweşxaneyê hat veguhastin û niha rewşa wî baş e.
Cîgirê Rêveberê Tenduristiyê yê Amêdiyê Mesûd Botî îro (Yekşem, 13ê Tîrmeha 2025ê) ji malpera Kurdistan24ê re got, “Şivanek li serê vê sibehê çû derveyê sînorê komelgeha Kanî Masê ya girêdayî bajarkê Amêdiyê, da ku pezê xwe li wê derê biçerîne lê hirçekê êrîşî ser wî kir û ew birîndar kir.”
Cîgirê Rêveberê Tenduristiyê yê Amêdiyê amaje jî da, “Hirçê li pêşiyê êrîşî ser pez kiribû, şivan jî rê li wê girt û di encamê de dest û lingên şivan bi giranî birîndar bûn.”
Mesûd Botî herwesa got, “Navê wî şivanî Hişyar Salih e û jiyê wî 52 sal e. Piştî ku ew ji bo bingeha tenduristiyê ya Kanî Masê hat veguhastin, ji wê derê jî bo Nexweşxaneya Giştî ya Dihokê hat veguhastin û niha rewşa wî baş e.”
Navbirî tekez jî kir, “Ev cara yekê ye ku hirçek êrîşî ser şivanekî dike.”
Kanî Masê yek ji komelgehên bajarkê Amêdiyê yê parêzgeha Dihokê ye û dikeve devera Berwarî Bala û 35 kîlometran ji Amêdiyê dûr e.
