Rêveberiya Xweser daxwaza nenavendîtiyê ji hikûmeta Sûriyeyê dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Rêveberiya Xweser ragihand, "Em dixwazin di Sûriyeya nû de bibin hevpareke çalak, lê em daxwaza nenavendîtiyê ji hikûmetê dikin."

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îro (Yekşem, 13ê Tîrmeha 2025ê) li ser danûstandinên di navbera şanda wan û hikûmeta nû ya Sûriyeyê de daxuyaniyek weşand.

Di wê daxuyaniyê de hatiye, "Yekparçeyiya axa Sûriyeyê nayê binpêkirin û ev nêrîna neguher a Rêveberiya Xweser e jî."

Rêveberiya navbirî herwesa got, "Di civîna me ya li gel şanda hikûmeta Sûriyeyê de, me got ku divê em di Sûriyeya nû de bibin hevpareke çalak. Ji bo vê armancê jî, me daxwaza nenavendîtiyê kiriye."

Her wê rêveberiyê amaje jî da, "Me pêşniyar kiriye ku di Sûriyeya nû de demokrasî, edalet, pirrengî û wekhevî hebin, herwesa destûra welat mafên hemî pêkhateyan vegire."

Rêveberiya Xweser tekez jî kir ku, ew bi tevahî amade ne li ser bingeheke demokratîk tevlî dezgehên dewletê û nivîsîna destûra nû bibin.

Hevserokê Encûmena Demokratîk a Sûriyeyê Şêx Riyaz Derar duhî (Şemî, 12ê Tîrmeha 2025ê) ji Rewangeha Sûriyeyî ya Mafên Mirovan re ragihand, “Ti lihevkirin di civîna vê dawiyê ya di navbera Rêveberiya Xweser û hikûmeta Şamê de çê nebûn, tenê ji bo berdewamkirina danûstandinan û civînan hevfêmkirin hebû.”

 
Fly Erbil Advertisment