Rûniştina Dadgeha Federal a li ser pirsa mûçeyan hat paşxistin

Navenda Nûçeyan (K24) - Rûniştina Dadgeha Federal a li ser pirsa mûçeyên mûçexurên Herêma Kurdistanê ji bo roja 28ê Tîrmehê hat paşxist.
Dadgeha Federal a Iraqê îro (Duşem, 14ê Tîrmeha 2025ê) li ser sê mijaran dest bi rûniştina xwe kir, ku ew jî pirsgirêka serokatiyên zanîngeh û peymangehên Iraqê, skalaya fermanberan li ser mijara rawestandina mûçeyan û netevlîkirina mûçeyan bi arêşeyên siyasî re bûn.
Piştî destpêkirina rûniştinê, biryar bû ku dadgeh piştî yekalîkirina doza yekê biryara welayî li ser mûçeyên mûçexurên Herêma Kurdistanê bide, lê dadgehê rûniştina xwe ji bo roja 28.07.2025ê paşxist.
Herwesa Biryar e Çarçoveya Hevahengiyê ya Şîeyan jî îro bicive û nêrînên xwe li ser pirsa mûçeyên mûçexurên Herêma Kurdistanê pêşkêş bike.