Şanda Dem Partiyê serdana partiyên Paşeroj, MHP û CHPê dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Di çarçoveya serdanên partiyên siyasî yên Tirkiyeyê ji bo biserxistina pêvajoya aştiyê de, biryar e ku Şanda Dem Partiyê ji bo Îmraliyê vê hefteyê bi awayekî cuda serdana serokên MHP, CHP û Partiya Paşerojê bike.
Li gorî agahiyên ku bi dest malpera Kurdistan24ê keftine, Biryar e ku Şanda Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (Dem Partî), ku ji Pervin Buldan, Mithad Sancar û Vigen Özgür Erol pêk tê û wekî şanda Îmraliyê tê nasîn, li roja Çarşemê (16ê Têrmeha 2025ê) serdana serokê Partiya Paşerojê Ahmet Davutoglu bike.
Her li gorî wan agahiyan, şanda navbirî dê di eynî rojê de bi serokê MHPê Devlet Bahçeli û li roja paştir jî (Pêncşem, 17ê Tîrmeha 2025ê) bi serokê CHPê Ozgür Özel re bicive.
Di wan civînan de pêngavên pêşveçûna pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê dê bên behskirin, tevî rola partiyên siyasî yên Tirkiyeyê di piştevaniya biserxistina wê pêvajoyê de.”
Komeke endamên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ku ji 30 çekdaran pêk dihat pêr (În, 11ê Tîrmeha 2025ê) li şkefta Caseneyê li devera Sûrdaşê ya qezaya Dukanê wekî niyetpaqijî ji bo pêvajoya aştiyê ya Tirkiyeyê çekên xwe danîn û şewitandin.