Hevseroka DBPê: 11ê Tîrmehê rojeke dîrokî bû

Navenda Nûçeyan (K24) - Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çiğdem Kılıçgün Uçar amajeyê dide, "Nabe ku pirsa Kurdan bi fêmkirina ewlehiyê bê nirxandin. Pêdivîtiya wê bi guhertin, sererastkirina qanûnî û naskirina qanûnî heye.”
Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çiğdem Kılıçgün Uçar îro (Duşem, 14ê Tîrmeha 2025ê) got, "11ê Tîrmehê ji bo çareseriya pirsa Kurdan bi awayekî demokratîk û bicihanîna siyaseta demokratîk rojeke dîrokî bû.”
Çiğdem Kılıçgün Uçar herwesa got, "Ew civîneke pir girîng bû. Komeke 30 kesî çekên xwe danîn û şewitandin. Armanca wê jî avakirina aştiyê û civakeke demokratîk û mizgîniya destpêkirina serdemeke nû bû."
Wê di derheqa pêngavên bên ên pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê de jî got, "Her pêngaveke ku ji bo demokratîkkirina Tirkiyeyê bê avêtin pir girîng e.” Ron jî kir, "Dewlet û hikûmet heta niha tenê di çarçoveya gotinan de mane. Serokkomarê Tirkiyeyê di gotara xwe ya yekê de got: Em dê ji bo pêvajoya aştiyê li parlementoyê komîsyonekê ava bikin. Lê ew yek bi kiryar nehatiye kirin, ji ber vê yekê jî nirxandina rewşê bizehmet e."
Hevseroka DBPê tekez jî kir, “Çareseriya pirsa Kurdan li Tirkiyeyê pêdivîtî bi çaksaziyê heye. Divê pêngav ji bo derxistina çend qanûnan pêxemetî biserxistina wê pêvajoyê bên avêtin.”
Çiğdem Kılıçgün Uçar amaje jî da, “Karê komîsyonê bi danana çekan bi dawî nabe, belkî divê karê sereke ji niha û pêve dest pê bike, bi pirsa naskirina nasnameya Kurdan bi awayekî qanûnî.” Herwesa got, “Ev pêngav ne tenê ji bo Kurdan, belkî ji bo hemiyan girîng e.”