Serokatiya Durziyên Siwêdayê banga parastina navdewletî dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokatiya Ruhanî ya Durziyan li Sûriyeyê ragihand, ew bi tundî têketina her hêzekê, di nav de Asayîşa Giştî ya Sûriyeyê, bo parêzgeha Siwêdayê red dikin.
Serokatiya Ruhanî ya Durziyan îro 14ê Tîrmehê daxuyaniyek li ser rûpela xwe ya “Facebook” belav kir, tê de got: "Em têketina her aliyekî bo navçeyê red dikin, di nav wan de Asayîşa Giştî ya Sûriyê û Heyet Tehrîr El-Şam (HTS)." Daxuyaniyê herdu alî bi "beşdarbûna di topbarankirina gundên sînorî û piştgirîkirina komên tekfîrî bi bikaranîna çekên giran û dronan" tometbar kirin.
Serokatiya Durziyan "berpirsiyariya tam xiste stûyê her kesê ku beşdarî êrîşan dibe yan hewl dide hêzên ewlehiyê bîne navçeyê". Herwiha di daxuyaniyê de, "parastina navdewletî ya bilez weke mafekî ji bo parastina sivîlan û rêgirtina li ber rijandina xwînê" hat xwestin.
Li gorî Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR), ji roja Yekşemê ve di encama pevçûn û topbarana dualî de li Siwêdayê hejmara kuştiyan gihiştiye 89 kesan û bi dehan kes jî birîndar bûne.
Ji duh Yekşemê ve, şer û pevçûn li rojavayê parêzgehê di navbera komên eşîrên “Bedo” û endamên wezaretên berevanî û navxwe yên Sûriyeyê ji aliyekî ve û çekdarên Durzî ji aliyê din ve, berdewam dikin.
Pevçûnên herî dijwar îro danê sibê dest pê kirin, piştî ku komên ji eşîrên Bedo bi beşdariya hêzên Sûrî, ji gundewarê rojhilatê Der’ayê ve dest bi êrîşeke çekdarî kirin û hejmarek gundên li rojavayê Siwêdayê kirin armanc.