Bettal ji Şandeyeke Êzidiyan re: Efrîn bajarê aştî û pêkvejiyanê ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberê Efrînê tekezî li ser girîngiya xebata hevbeş ji bo başkirina xizmetguzariyan û xurtkirina pêkvejiyana di navbera pêkhateyan de kir.
Navenda Ragihandinê ya Efrînê belav kir, Rêveberê Herêma Efrînê Mesûd Bettal îro 14ê Tîrmehê pêşwazî li şandeyeke Êzidiyan a Efrînê kir, ku tê de endamekî serkirdetiya Encûmena Êzidiyên Sûriyeyê yê ji Almanyayê jî amade bû. Di hevdîtinê de, planên geşepêdanê yên ji bo herêmê hatin gotûbêjkirin.
Diyar kir jî, di hevdîtinê de Bettal tekez kir ku Efrîn bajarê aştî û pêkvejiyanê ye ji bo hemû pêkhateyên xwe. Her wiha bal kişand ser girîngiya hevkariyê û xebata hevbeş ji bo bi pêşxistina herêmê.
Her wiha, Rêveberê Efrînê derbarê plana pêşxistina bajêr de şiroveyeke berfireh pêşkêş kir. Li gor Bettal, ev plan giringiyê de ser başkirina xizmetguzariyan, piştgiriya li aramiyê û bihêzkirina hesta biratiyê di navbera xelkê herêmê de.