Li Idlibê teqîn: Kuştî û birîndar hene

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Idlibê teqîneke mezin rû da. Li gor zanyariyên destpêkê, di encama teqînê de kuştî û birîndar hene.

Li gorî medyaya Sûriyeyê, li bajarê Idlibê yê bakurê rojavayê Sûriyeyê teqînek di cebilxaneyeke leşkerî rû daye.

Rêveberiya Operasyonên Lezgîn a Herêmî jî piştrast kir, di encama teqînê de hejmareke nediyar a kuştî û birîndar hene.

Heta niha sedema teqînê bi awayekî fermî nehatiye zanîn û sazî û dezgehên fermî yên hikûmeta Sûriyeyê jî derbarê bûyerê de ti daxuyanî û agahiyên fermî belav nekirine.

 
Fly Erbil Advertisment