Nêçîrvan Barzanî bo Reza Rehmanî: Kurdistan girîngiyeke mezin dide têkiliyên xwe û Îranê

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya şandeke Komara Îslamî ya Îranê bi serokatiya Parêzgarê Azerbaycana Rojava Reza Rehmanî kir û pê re li ser hin mijarên girîng axivî.

Serokatiya Herêma Kurdistanê îro (Sêşem, 29ê Tîrmeha 2025ê) parve kiriye, “Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi şandeke Komara Îslamî ya Îranê re civiya, ku Parêzgarê Azerbaycana Rojava Reza Rehmanî serokatiya wê şandê dikir.”

Di wê civînê de, Rehmanî silav û rêzên Serokê Komara Îslamî ya Îranê Mesûd Pizîşkiyan gihandin Serok Nêçîrvan Barzanî û xwesteka welatê xwe ya berfirehkirina têkiliyên xwe bi Herêma Kurdistanê re tekez kir.

Navbirî herwesa pesnê têkilî û alîkariyên hevpar ên parêzgeha xwe bi parêzgeha Hewlêrê re û wan peymanan da ku, ji bo pêşxistina bazirganî û hêsankariyên tevgera deriyên sînorî û hatin û çûna seredankerên olî ji bo başûrê Iraqê bi rêya Herêma Kurdistanê di navbera her du aliyan de hene.

Tevî şandina silav û rêzan ji bo Pizîşkiyan, Serok Nêçîrvan Barzanî ji aliyê xwe ve tekez jî kir ku Herêma Kurdistanê girîngiyeke mezin dide têkiliyên xwe yên dîrokî yên bi Komara Îslamî ya Îranê re û dixwaze di hemî waran de têkilî û alîkariyên hevpar zêdetir pêş bixe.

Di wê civînê de, ku Parêzgarê Hewlêrê jî tê de amade bûbû, çend raman û pêşniyar li ser çawaniya baştirkirina tevgera bazirganî û hatin û çûnên li deriyên sînorî hatin pêşkêşkirin.

 
Fly Erbil Advertisment