Tasnim: Eşîrên Iraqî ji bo şerê li dijî Durziyan derbasî Siweydayê bûn

Navenda Nûçeyan (K24) – Ajansa nûçeyan a “Tasnim” îro 31ê Tîrmehê, ragihand, hin eşîrên Ereb ên parêzgeha Enbarê, ligel çekdarên Bedew ên alîgirê hikûmeta Sûriyeyê, beşdarî şer û pevçûnên li Siweydayê bûne.

Li gorî heman ajansê, piştî ku çekdarên Bedo yên ser bi artêşa Sûriyeyê ve li Siweydayê paşve hatin kişandin, hejmareke zêde ya çekdarên eşîrên ji Enbarê bi çekên sivik û nîv-giran ji bo alîkariya wan hêzan çûne Siweydayê û beşdarî şer bûne.

Serokê eşîreke parêzgeha Enbarê Re'd Silêman, derbarê mijarê de daxuyaniyek dabû û gotibû: "Eşîrên Ereb ên Enbarê, nikarin li hember kiryarên nebaş ên Durziyan li Sûriyeyê bêdeng bimînin. Ciwanên eşîrên me amade ne ku berevaniyê li şerefa me ya Erebî û eşîrî bikin."

Bexda red dike: Heşd li ser sînor e

Li gorî raporên medyayî, di rojên dawî de, hêzên Heşda Şeibî li ser sînorê di navbera Iraq û Sûriyeyê de hatine bicihkirin, da ku rê li ber çûna van hêzên eşîrî ji bo alîkariya çekdarên Bedo bigirin.

Herwiha berpirsên fermî yên Bexdayê wekî her car tekezî li ser wê yekê dikin ku rewşa li ser sînorê Iraq û Sûriyeyê ji aliyê yekîneyên artêşa Iraqê ve tê kontrolkirin û ti valahiyeke ewlehiyê yan derbasbûna çekdaran çênebûye.

Çavdêrên siyasî di wê baweriyê de ne ku ev hevkariya di navbera eşîrên Iraqî û Bedo yên Sûriyeyê de, dibe ku di pêşerojê de jî ji bo rûbirûbûna Durziyan an jî Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) berdewam bike.