Ebdulxaliq Telet: Komîteyek bo lêkolîna êrîşên bi dronan serdana Hewlêrê dike

Ebdulxaliq Telet
Ebdulxaliq Telet

Navenda Nûçeyan (K24) - Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di Fermandariya Operasyonên Hevpar a Iraqê de amaje da, “Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî ya Iraqê Qasim Arecî vê carê serokê komîteya lêkolîna êrîşên bi dronan ên li ser zeviyên petrolê yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye.”

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di Fermandariya Operasyonên Hevpar a Iraqê de Ebdulxaliq Telet îro (Pêncşem, 31ê Tîrmeha 2025ê) tevlî gereke nûçeyên Kurdistan24ê bû û tê de got, “Li roja Şemiya bê, komîteyeke girêdayî lêkolîna êrîşên bi dronan li ser zeviyên petrolê serdana Hewlêrê dike.”

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di Fermandariya Operasyonên Hevpar a Iraqê de herwesa got, “Hikûmeta Iraqê di demên borî de komîteyeke lêkolînê ava kiribû da ku cihê hildana dronan bizane, lê heta niha encamên lêkolînên xwe ji raya giştî re eşkere nekirine.”

Ebdulxaliq Telet herwesa ragihand, “Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî ya Iraqê Qasim Arecî vê carê serokê komîteya lêkolîna êrîşên bi dronan ên li ser zeviyên petrolê yên Herêma Kurdistanê ye.”

Navbirî amaje jî da, "Herêma Kurdistanê û heta welatên hevalbend jî li benda encamên lêkolînê û bicihanîna rêkaran in.”

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di Fermandariya Operasyonên Hevpar a Iraqê pêşbînî dike ku vê carê rêkar li dijî êrîşkarên ser zeviyên petrolê yên Herêma Kurdistanê bên bicihanîn.

Ji destpêka Tîrmehê heta niha, zêdetirî 20 êrîşên bi dron û mûşekan li ser bajarên Herêma Kurdistanê hatine kirin, di nav de neh êrîş li ser zeviyên petrolê bûn ku ew jî ev bûn; Xurmele, Kormor, Sersink, Etrûş, Bay Hesen, Pêşxabûr, Tawkê, Hunt Oil. Êrîşên din jî li ser hêzên ewlehiyê û balafirxaneyan bûn.

Şandeyeke payebilind a Iraqê bi serokatiya Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî Qasim Arecî Duşema borî (28ê Tîrmeha 2025ê) gihîşt Hewlêrê û ji aliyê Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed ve hat pêşwazîkirin.

Qasim Arecî konferanseke rojnamevaniyê ya hevpar bi Rêber Ehmed re lid dar xist û tê de ragihand, "Êrîşên bi dronan ên li ser Herêma Kurdistanê zirarê didin navûdeng û aboriya Iraqê. Em wan êrîşan şermezar dikin û êrîşker dê bên cezakirin."

 
Fly Erbil Advertisment