Sûriye.. Ji bo lêkolînkirina bûyerên Suweydayê komîteyek hat çêkirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Dadê ya Sûriyeyê amajeyê dide çêkirina komîteyekê ji bo lêkolîna bûyerên vê dawiyê yên parêzgeha Suweydayê. Erka wê komîteyê jî eşkerekirina destdirêjî û binpêkirinên li dijî şêniyên wê parêzgehê ye.

Wezareta Dadê ya Sûriyeyê îro (Pêncşem, 31ê Tîrmeha 2025ê) ragihand ku, komîteyek ji heft endaman pêk tê, ku Kurdek bi navê Tariq Kurdî jî di nav de ye, ji bo lêkolîna bûyerên vê dawiyê yên parêzgeha Suweydayê hatiye çêkirin.

Wezareta Dadê ya Sûriyeyê herwesa got ku, ew komîte dê encamên lêkolînan di sê gerên cuda de pêşkêş bike û di dû re dê encamên dawiyê, di demekê de ku ji sê mehan zêdetir nebe ji çêkirina wê komîteyê, pêşkêş bike. Herwesa ew komîte xwediya desthilatê ye ku piştî sê mehan ragihandina encaman paş bixe, ger pêdivî bibîne.

Şerê di navbera Dirûz û Bedewiyan de li parêzgeha Suweydayê ya Sûriyeyê li roja Yekşemê (13ê Tîrmeha 2025ê) çê bû. Li gorî amara Rewangeha Sûriyeyî ya Mafên Mirovan, hejmara kuştiyan gihîştiye nêzîkî hezar kesan.

Birêveberê Rewangeha Sûriyeyî ya Mafên Mirovan Ramî Ebdirehman got ku, 609 kesên Dirûz di şer û aloziyên wê parêzgehê hatine kuştin, ku 194 ji wan welatiyên sivîl bûn ji aliyê hêzên girêdayî Wezareta Navxwe û Wezareta Bergiriyê ve hatine kuştin û şeş ji wan zarok û 16ên din jî jin bûn.

Ramî Ebdirehman herwesa amaje jî da, “Li beranber jî, 440 endamên Wezareta Bergiriyê û Ajansa Ewlekariya Giştî hatine kuştin, ku 32 ji wan Bedewî bûn û welatiyekî din jî xwediyê nasnameya Libnanî bû. Ji bilî 35 endamên eşîran, ku sê ji wan sivîl bûn û ji aliyê Dirûzan ve hatine sêdaredan, 15 hêzên din ji hêzên ewlehiyê yên Sûriyeyê jî di êrîşên Îsraîlê de hatine kuştin.”

 
Fly Erbil Advertisment