Sûdanî: Enfalkirina Barzaniyan pêvajoyeke hovane û tawaneke nemirovane bû

Navenda Nûçeyan (K24) - Nivîsîngeha Ragihandinê ya Serokwezîrê Iraqê di salvegera Enfalkirina Barzaniyan de amaje da ku, ew tawaneke hovane ya rejîma hilweşiyayî ye li dijî hest hezar kesên bêguneh.
Nivîsîngeha Ragihandinê ya Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî îro (În, 01ê Tebaxa 2025ê) li ser tora civakî Xê di salvegera Enfalkirina Barzaniyan de peyamek parve kir.
Sûdanî di peyama xwe ew pêvajo, ku heşt hezar Barzanî ji pîr, ciwan, jin û zarokên Barzaniyan bi saxî tê de hatin binaxkirin, wekî "pêvajoyeke hovane û tawaneke nemirovane" binav kir.
Nivîsgeha Ragihandinê ya Serokwezîrê Iraqê herwesa got, “Pêvajoya Enfalkirina Barzaniyan delîleke eşkere ya dîktatorî û tawanên rejîma Be’sê ya hilweşiyayî ye.
Nivîsgeha navbirî di vê bîranîna xembar û karesatbar de hevxemiya xwe ji bo malbata Barzaniyan bi giştî û Serok Barzanî bi taybetî diyar kir û got, "Bi xwîna sor a Barzaniyan û hemî Iraqiyan, Iraq ji serdemeke tarî rizgar bû û di sîstemeke demokratîk de ber bi azadî û edaletê ve diçin."