Bijar Necar: Nexweşiya Parkinsonê li Kurdistanê tê çareserkirin

Dr. Bijar Necar
Dr. Bijar Necar

Navenda Nûçeyan (K24) - Bijar Necar bijîşkekî Kurd e û Serokê Bijîşkên Nexweşxaneya Mellerê ye li Pişka Nexweşiyên Mevmont Disorderê li bajarê Eskilstunayê yê Swêdê. Tevî ku ev gelek sal in ew li Swêdê ye biryar daye ku salê du caran vegere Kurdistanê da ku nexweşên Parkinsonê li Kurdistanê çareser bike.

Bijar Îbrahîm Necar, ku bijîşkekî Nexweşxaneya Mellerê ya Swêdê ye, ji peyamnêrê Kurdistan24ê re got, “Nexweşiya Parkinsonê dikare di şeş salên pêşîn de bi dermanan bê çareserkirin, lê heke nexweşî piştî wê heyamê nehat çareserkirin, lerizîn û hişkbûna leşî dê zêde bibin û tevgera leşî dê sînordar bibe.”

Vî bijîşkê Kurd amaje jî da ku, piştî nîşanên wê nexweşiyê zêde dibin, nexweş hewceyî dermanên prosîcer dibin, û sê celebên prosîcerê hene, yek ji wan pompa apomorphine ye, ku di bin çermê mirovan de tê danîn û alîkariya nexweşan dike ku bilivin û wan ji lerzîna leşî diparêze.

Dr. Bijar Necar ron jî kir ku, ew bizavê dikin nexweşên Parkinsonê li Kurdistanê çareser bikin û welatiyên welatên din ji bo çareseriyê serdana Herêma Kurdistanê bikin.

Ew dermanên ku biryar e li Kurdistanê ji bo nexweşan bên bikaranîn ji welatên biyanî tên hinardekirin. Dr. Bijar amaje da xerciya her welatiyekî ku ew derman jê re tê bikaranîn û got, “Ew derman ji Fransayê bo Kurdistanê tê hinardekirin, lê niyeta min heye ku ew derman (prosîcer) bê pere bi nexweşan bê dan.”

 
Fly Erbil Advertisment