Hinardekirina gaza Azerbaycanê bo Sûriyeyê dest pê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Azerbaycanê di çarçoveya ji nû ve avakirina Sûriyeyê de, dest bi hinardekirina gaza xwezayî ji wî welatî re kir. Bi vê pêngava tê payîn ku demjimêrên dabînkirina elektirîka rojane li Sûriyeyê ji 3-4 saetan derkeve 10 saetan.
Di pêngaveke girîng a ji bo ji nû ve avakirina binesaziya Sûriyeyê de, îro 2ê Tebaxa 2025an, hinardekirina gaza xwezayî ji Azerbaycanê bo Sûriyeyê bi fermî dest pê kir. Merasîma destpêkirina herikîna gazê bi rêya boriya Kîlîs-Halebê, li bajarê Kîlîsê yê Tirkiyeyê bi amadebûna wezîrên enerjiyê yên Tirkiye, Sûriye, Qeter û Azerbaycanê birêve çû.
Bi rêya vê boriyê, rojane dê şeş milyon metre sêcar gaz bê hinardekirin û tê payîn ku salane qebareya gazê bigihîje du milyar metre sêcar. Ev gaz dê rasterast ji bo xebitandina wargeha elektirîkê ya Halebê, ku bi gaza xwezayî dixebite û xwedî şiyana hilberîna nêzîkî 1200 megawat elektirîk e, were bikaranîn.
Wezîrê Enerjiyê yê Sûriyeyê, Mihemed Beşîr ji ajansa fermî ya Sûriyeyê (SANA) re ragihand, di qonaxa yekem de dê rojane 3.4 milyon metre sêcar gaz ji Azerbaycanê bi rêya Tirkiyeyê bigihîje parêzgeha Halebê. El-Beşîr got, "Ev bir dê bibe alîkar ji bo hilberîna nêzîkî 900 megawat elektirîk û ev yek di çarçoveya hevkariyeke hevbeş de ye ji bo piştgiriya sektora enerjiyê li Sûriyeyê."
Ev pêngav piştî rûxandina desthilata Beşar Esed di Berçileya borî de û bidawîbûna şerê 14 salan tê. Ji ber şer, binesaziya elektirîkê ya Sûriyeyê zirareke mezin dîtibû û li piraniya welat elektirîk rojane zêdetirî 20 saetan qut dibû.
Di meha Gulanê de, Tirkiye û Sûriye li ser şandina gazê bi rêya boriya Kîlîs-Halebê li hev kiribûn. Tê zanîn ku Azerbaycana dewlemend a bi gaz, hevpeymaneke kevn a Tirkiyeyê ye û Tirkiye jî têkiliyên wê yên nêzîk bi hikûmeta demkî ya Sûriyeyê re hene.