Amerîka ji welatiyên xwe dixwaze ku serdana Îranê nekin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Derve ya Amerîkayê hişyariyeke tund da welatiyên xwe û daxwaz kir, ji ber "nîgeranî û tirsên" piştî şerê bi Îsraîlê re, bi ti awayî serdana Îranê nekin.
Wezareta Derve ya Amerîkayê îro 2ê Tebaxa 2025an bi daxuyaniyekê hişyarî da welatiyên xwe û daxwaz jê kir ku divê welatiyên Amerîkî planên xwe yên ji bo çûna Îranê ji nû ve binirxînin.
Li gorî daxuyaniyê, sedema vê hişyariyê ew e ku "Îran piştî şerê xwe yê bi Îsraîlê re ketiye nava rewşa nîgeranî û tirsê".
Ji ber vê yekê, Amerîkayê Îran xistiye lîsteya "Radeya Çaremîn", ku asta herî bilind a hişyariyê ye ku Washington ji bo welatên wek metirsîdar têne dîtin, radigihîne.
Wezareta Derve bi zimanekî tund tekezî li ser wê yekê kir ku welatiyên Amerîkî "divê di ti demekê de serdana Îranê nekin" û her kesê ku planeke wiha dike, divê biryara xwe ji nû ve binirxîne.
Di dawiya daxuyaniyê de, Wezareta Derve şîret li wan welatiyên xwe kir ku beriya her biryarekê, serdana malpera fermî ya şêwirmendiya ewlehiyê bikin, da ku agahiyên herî nû û zanyariyên ewlehiyê werbigrin.