HSD û Artêşa Sûriyeyê hevdu bi topbarana li ser hev tawanbar dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Tevî ku di demên dawî de gotûbêjên ji bo tevlîbûna HSDê di nava artêşa Sûriyeyê de rojeveke germ e, li ser xetên têmasê yên di navbera HSD û Artêşa Sûriyeyê de alozî zêde dibe. Her du alî hevdu bi destpêkirina êrîşên topbaranê tawanbar dikin.

Wezareta Berevaniyê ya Sûriyeyê: HSDê êrîş kir

Rêveberiya Ragihandin û Têkiliyan a Wezareta Berevaniyê" ya Sûriyeyê ji ajansa fermî SANA re ragihand, HSDê gundê Kiyariyê û derdora wê li gundewarê Minbicê topbaran kirine.

Di daxuyaniyê de hat gotin: "Yekîneyên me yên Artêşa Sûriyeyê di van kêliyan de bi derbên hûr û kûr bersiva çavkaniyên agir didin. Hêzên me karîn li derdora bajarê Meskeneyê yê li rojhilatê Helebê, cihê yek avêjoka roketan û topeke meydanî ku di êrîşê de hatine bikaranîn, destnîşan bikin."

HSD: Komên bêdîsîplîn ên artêşê destpêker in

Li hemberî van îdiayan, Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) daxuyaniyek belav kir û hemû tawanbariyên hikûmeta Şamê red kirin. HSDê ragihand, rastî berevajî vê yekê ye û "komên bêdîsîplîn" ên di nava hêzên hikûmetê de, êrîşan pêk tînin.

Di daxuyaniya HSDê de hat gotin: "Şeva Şemiyê, van koman bêyî ti hincet, zêdetirî 10 top avêtin herêmên sivîlan ên li devera Dêra Hafirê. Hêzên me jî di çarçoveya mafê xweparastina rewa de bersiv dan çavkaniyên êrîşan."

HSDê herwiha Wezareta Berevaniyê ya Sûriyeyê bi "berevajîkirina rastiyan û xapandina raya giştî" tawanbar kir û destnîşan kir ku ev yek xizmeta aştî û aramiyê nake.

HSDê bang li saziyên pêwendîdar ên hikûmeta Sûriyeyê kir ku "berpirsiyariya xwe bi cih bînin û komên bêdîsîplîn ên di bin kontrola xwe de kontrol bikin."

Ev alozî di demekê de rû didin, Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî di hevpeyvînekê de bi rojnameya Hindistanê "Indian Express" re tekez kiribû, ew pabendî peymana lihevkirinê ne ku di 10ê Adarê de bi hikûmeta demkî ya Sûriyeyê re hatiye îmzekirin.

Li gorî wê peymanê, tê payîn ku saziyên sivîl û leşkerî yên Rêveberiya Xweser tevlî saziyên dewleta Sûriyeyê bibin. Mezlûm Ebdî gotibû, "Me yekbûna HSDê û Artêşa Sûriyeyê di vê peymanê de qebûl kir" û destnîşan kiribû ku divê li ser hûrguliyan were xebitandin da ku artêşeke niştimanî ya rastîn were avakirin.

 
Fly Erbil Advertisment