Serok Barzanî: Em dixwazin destûr bê cîbicîkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Balyoza Almanyayê ya li Iraqê Christiane Hohmann kir û di hevdîtinê de ragihand, “Me tiştekî zêdetir ji çarçoveya destûrê nexwestiye, lê em bi kêmtirî wê yekê jî razî nabin ku destûrê daye gel û Herêma Kurdistanê.”

Serok Mesûd Barzanî îro 4ê Tebaxê pêşwazî li Balyoza Almanyayê ya li Iraqê, Christiane Hohmann kir. Hevdîtin bi mebesta xatirxwestina Balyoz Hohmann bi boneya bidawîbûna erkên wê pêk hat û Konsulê Giştî yê Almanyayê yê li Herêma Kurdistanê, Albert von Wittke jî tê de amade bû.

Di destpêka hevdîtinê de, Serok Barzanî spasiya rola Almanya û Yekîtiya Ewropayê kir ji bo piştgiriya wan a ji bo parastina qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê.

Derbarê peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de, Serok Barzanî tekezî li ser giringiya çareserkirina pirsgirêkan kir û got: “Vegera li ser prensîpên lihevkirin, hevsengî û hevbeşiyê, baştirîn çareserî ye û em dixwazin destûr were cîbicîkirin.”

Serok Barzanî herwiha diyar kir ku Herêma Kurdistanê daxwazên xwe di çarçoveya destûra Iraqê de pêşkêş dike û got: “Me tiştekî zêdetir ji çarçoveya destûrê nexwestiye, lê em bi kêmtirî wê yekê jî razî nabin ku destûrê daye gel û Herêma Kurdistanê.”

Li ser pêngavên ji bo avakirina kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Serok Barzanî da zanîn ku piştî civîna herdu polîtburoyên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK), têgihiştineke baştir ji bo vê pirsê çêbûye û hêvî xwest ku beriya hilbijartinên Encûmena Nûneran a Iraqê, kabîneya nû were avakirin.

Balyoza Almanyayê: Divê Qewareya Herêma Kurdistanê were parastin

Ji aliyê xwe ve, Balyoza Almanyayê Christiane Hohmann spasiya rola Serok Barzanî kir û pêzanînên xwe ji bo pêgeha wî anî ziman. Hohmann piştgiriya Almanya û welatên Ewropayê ji bo qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê tekez kir û got: “Hebûna hejmareke berçav a konsulxaneyan li Herêmê, peyamek e ku divê statuya Herêma Kurdistanê were parastin.”

Balyoza Almanyayê herwiha pesnê serkeftinên Herêma Kurdistanê di warên binesaziya aborî, aramî û ewlehiyê de da û hêviya xwe anî ziman ku ev modela serkeftî, bi taybetî di warê xizmetguzariyên wekî av û kehrebeyê de, li deverên din ên Iraqê jî were cîbicîkirin.

Di dawiya hevdîtinê de, rewşa siyasî û guhertinên dawî yên li ser asta navçeyê û Iraqê, ligel pêşxistina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Almanyayê de hatin gotûbêjkirin.

 
 
 
Fly Erbil Advertisment