UNICEF hişyariyê ji ber têkçûna rewşa mirovî li Sûriyeyê dide

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêxistina Zarokan a Neteweyên Yekgirtî (UNICEF) di raporteke nû de hişyarî da ku krîza mirovî li Sûriyeyê ji ber kêmbûna fînansê û zêdebûna hewcedariyan kûrtir dibe û metirsî li ser jiyana bi milyonan kesan, bi taybetî zarokan, zêde dibe.
Li gorî raporta dawî ya rêxistinê, ji 488 milyon dolarên ku ji bo sala 2025an hatine xwestin, heta niha tenê %25 jê hatiye dabînkirin. Ev kêmasî berdewamiya xizmetên bingehîn ên weke av, tenduristî û xurekê dixe xeteriyê.
Raportê bal kişand ser krîza xurekê û eşkere kir ku zêdetirî nîvê xelkê Sûriyeyê bi kêmasiya xurekê re rû bi rû ne. Nêzîkî 600 hezar zarok bi awayekî giran bi kêmxwarinê ketine. Ev rewş ji ber ziwabûna herî dijwar a di 36 salên dawî de xirabtir bûye, ku bandor li ser çandinî û çavkaniyên avê kiriye.
Di warê aborî de, rewş gelekî dijwar e; raportê destnîşan kir ku çarêkeke Sûriyan (%25) di bin sînorê hejariya tund de û du ji sê paran (%67) jî di bin sînorê feqîriyê de dijîn.