Silêmanî.. 838 zarok di Tîrmehê de hatine ser dinyayê

Navenda Nûçeyan (K24) - Rêveberiya Tenduristiyê ya Silêmaniyê amaje da, “Di meha borî de, 474 zarok bi awayekî xwezayî û 365 jî bi rêya neştergeriyê hatine ser dinyayê.”
Berdevkê Rêveberiya Giştî ya Tenduristiyê ya Silêmaniyê Saman Şêx Letîf îro (Çarşem, 6ê Tebaxa 2025ê) ji Kurdistan24ê re got, “Di meha borî de, 838 zarok li nexweşxaneyên Silêmaniyê hatine ser dinyayê, ku 417 kur û 421 keç bûn.”
Berdevkê Rêveberiya Giştî ya Tenduristiyê ya Silêmaniyê eşkere jî kir, “473 ji wan bi awayekî xwezayî û 365 bi rêya neştergeriyê hatine ser dinyayê û herwesa 15 bûyerên cêwîyan jî hatin tomarkirin.”
Saman Şêx Letîf amaje jî da, “200 ji wan zarokan, yên ku pêşwext hatine ser dinyayê, li pişka negehiştiyan hatine nivandin.”
Navbirî ron jî kir, “792 skanên ultrasonê, 6 hezar û 397 pişkinîn, 192 çareseriyên xwezayî û 694 vaksînên BCG ji bo wan zarokan hatine kirin.”