Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê haydarî da Banka Navendî ya Iraqê

Navenda Nûçeyan (K24) - Rewangeha Eco-Iraqê amaje da, “Zêdetirî 30 bankên Iraqî ketine bin cezayên Amerîkayê.” Herwesa got, “Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê ji bo wan cezayan li benda bersiva Banka Navendî ya Iraqê ye.”
Rewangeha Eco-Iraqê ku girêdayî karûbarên aborî ye îro (Çarşem, 6ê Tebaxa 2025ê) ragihand, “Ji 72 bankên ku li Iraqê dixebitin, 35 ji wan ketine bin cezayên Amerîkayê.”
Rewangeha navbirî amaje jî da, “Hin ji bankên li Iraqê Iraqî ne û yên din jî Erebî ne.” Herwesa got, “Cezayên Amerîkayê yên ku li ser wan bankan hatine sepandin dê wan bankan ji danûstandinên bi dolarî qedexe bike.”
Her wê çavkaniya amaje jî da, “Banka herî dawiyê ku ceza li ser hatiye sepandin Banka Navneteweyî ya Bexdayê ye, ji ber ku rêveberê berê yê kargêriya wê bankê "duzimanî" kiriye û zanyarên şaş veguhastine.”
Rewangeha Eco-Iraqê herwesa got, “Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê bi rêya e-nameyê Banka Navendî ya Iraqê li ser cezakirina bankan, danûstandinên wan ên neqanûnî yên bi dolarî û hevkariya wan bi aliyên qedexekirî re haydar dike.”
Rewangeha navbirî tekez jî kir, “Eger Banka Navendî ya Iraqê bersiva e-nameyan Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê nede, ew jî dê rûbirûyî cezayên eynî wezaretê bibe.”