Banka Navendî ya Iraqê rawestandina danûstandinên bi dolarî li Banka Bexdayê red kir

Navenda Nûçeyan (K24) - Banka Navendî ya Iraqê rawestandina yedegên diravê biyanî ji bo şandina derve û rawestandina danûstandinên bi dolarî li Banka Bexdayê jî red kirin.
Banka Navendî ya Iraqê îro (Çarşem, 6ê Tebaxa 2025ê) di daxuyaniyekê de ragihand, “Ew nûçeyên ku li ser rawestandina danûstandinên bi dolarî li Banka Bexdayê û rawestandina yedegên lihevguhertina diravê biyanî ji bo şandinên derve ne rast in.”
Banka Navendî ya Iraqê amaje jî da, “Banka Bexdayê bi awayekî normal û bê pirsgirêk li gorî rênimayên Banka Navendî ya Federal dixebite.”
Ev ronkirina Banka Navendî ya Iraqê jî piştî wê yekê hat ku, Rewangeha Eco-Iraqê ya girêdayî karûbarên aborî îro ragihand, “Ji 72 bankên ku li Iraqê dixebitin, 35 ji wan ketine bin cezayên Amerîkayê.”
Rewangeha navbirî amaje jî da, “Hin ji bankên li Iraqê Iraqî ne û yên din jî Erebî ne.” Herwesa got, “Cezayên Amerîkayê yên ku li ser wan bankan hatine sepandin dê wan bankan ji danûstandinên bi dolarî qedexe bike.”
Her wê çavkaniya ron jî kir, “Banka herî dawiyê ku ceza li ser hatiye sepandin Banka Navneteweyî ya Bexdayê ye, ji ber ku rêveberê berê yê kargêriya wê bankê "duzimanî" kiriye û zanyarên şaş veguhastine.”