Asayîşa Herêma Kurdistanê: Me du terorîst li bajarê Silêmaniyê girtin

Navenda Nûçeyan (K24) - Rêveberiya Giştî ya Operasyonên Dezgeha Asayîşa Herêma Kurdistanê ragihand ku, li bajarê Silêmaniyê du terorîst girtine, ku plan kiribû li bingeheke bergiriya şaristanî teqînek kiriba.
Rêveberiya Giştî ya Operasyonên Dezgeha Asayîşa Herêma Kurdistanê îro (Çarşem, 6ê Tebaxa 2025ê) di daxuyaniyekê de amaje da, “Piştî belavbûna vîdyoyekê li ser torên civakî li ser gef û teqînan, Rêveberiya Giştî ya Operasyonan yekser cihê terorîstan li bajarê Silêmaniyê destnîşan kir.”
Rêveberiya navbirî herwesa got, “Bi fermana dadwerê lêkolînê yê Asayîşê, Ji 22 heta 24ê Gulana 2025ê, Rêveberiya Giştî ya Operasyonan ew terorîst girtin, ku yek ji wan karmendê bingeheke bergiriya şaristanî bû.”
Her wê rêveberiyê eşkere jî kir, “Piştî îtîrafê, derket ku terorîstan di plana yekê de niyeta wan hebû ku tanka ava vexwarinê ya yek ji bingehên bergiriya şaristanî yên Silêmaniyê jehrîn bikin. Di plana duyê de jî plana wan hebû ku bombeyek bi timbêleke wê bingehê ve girê daba lê planên wan hatin pûçkirin.”