Berdevkê AK Partiyê: Komîsyon ji bo proseya çekdanîn û xwehilweşandina PKKê hatiye damezrandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî civîna Desteya Biryar û Rêveberiya Navendiya AK Partiyê ya bi serokatiya Recep Tayyip Erdogan, Bervekê AK Partiyê Omer Çelîk ragihand, proseya "Komîsyona Parlamentoyê ji bo proseya çekdanîn û xwehilweşandina PKKê hatiye damezrandin.”
Çelîk da zanîn, rojeva sereke ya civînê proseya ku weke "Tirkiyeya bêteror" pênase kirine bû û Serokomar Erdogan tekezî li ser wê yekê kiriye ku divê ev prose "bi awayeke hestiyar" birêve biçe.
"Armanca Komîsyonê diyar e"
Omer Çelîk bal kişand ser komîsyona ku li parlamentoyê hatiye damezrandin û armanca wê ya sereke wiha rave kir: “Komîsyona Parlamentoyê ji bo proseya çekdanîn, çek şewitandin, radestkirin û xwehilweşandina PKKê hate damezrandin. Parlamento û komîsyon rojeva xwe baş dizanin.”
Herwiha got: “Em dibînin hin alî dixwazin karê Komîsyonê firehtir bikin. Hin pêşniyar heta me jî tên. Lê armanca sereke diyar e. Nîqaşên guherîna destûrê hene, ev ne girêdayî vê mijarê ye. Daxwaza me ya çêkirina destûreke sivîl heye, lê ev ne mijara vê komîsyonê ye."
Çelîk herwiha tekez kir, ew vê proseyê weke mijareke bazariyê nabînin û got: "Em dixwazin bi hemû aliyên civakê re hevdîtinan bikin. Em dixwazin gumanên hin aliyên civakê rakin û malbatên kesên canê xwe ji dest dane, dilniya bikin.”
"Prose HSDê jî li xwe digre"
Beşa herî balkêş a daxuyaniya Çelîk ew bû ku bi awayekî eşkere amaje bi wê yekê kir ku biryara çekdanîn û xwehilweşandinê hemû rêxistinên girêdayî PKKê li xwe digre û di vî warî de rasterast navê HSDê anî ziman.
Çelîk wiha axivî: “Di destpêka proseyê de me got, divê hemû beş û rêxistinên girêdayî PKKê çek berdin û hemû saziyên neyasayî jî xwe hilweşînin. Proseya Tirkiya bêteror bo me ev e. Lê em dibînin, li Sûriyeyê ev yek nehatiye qebûlkirin. HSD ya girêdayî PKKê û hikûmet rêkeftibûn ku di heyama salek de çekên xwe deynin û tevlî Artêşa Sûriyeyê bibin. Em dibînin hin helwestên dijî yekparçeyiya axa Sûriyeyê û serweriya wê hene. Ew modêlên ku bo Sûriye û Iraqê pêşniyar dikin, ne ji bo Kurdan, ne ji bo Ereban û ne jî ji bo Tirkmenan bi fêde ne.”