Îhsan Ebdulrehman: 278 tûşbûyîyên madeyên hişber li navendên vegerandinê hatine çarekirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Rêveberê Giştî yê Çaksazîyên Herêma Kurdistanê dibêje, "Di nîva yekê ya îsal de, 278 kes li navendên vegerandinê yên madeyên hişber hatine çarekirin, di nav wan de jî 124 jin û zarok hene.”

Rêveberê Giştî yê Çaksaziyên Herêma Kurdistanê Îhsan Ebdulrehman îro (Pêncşem, 7ê Tebaxa 2025ê) ji Kurdistan24ê re ragihand, “Vegerandin li çaksaziyan berdewam e. Her şeş navend berdewam dixebitin û feydeyekî zêde gihandiye wan kesan ên ku tûşî madeyên hişber bûne û li ser vê mijarê hatine girtin.”

Rêveberê Giştî yê Çaksaziyên Herêma Kurdistanê herwesa got, “Par 521 bikarînerên madeyên hişber çareserî wergirt û çareser bûn. Îsal jî heta niha 278 kes hatine çarekirin.”

Îhsan Ebdulrehman amaje jî da, "Heta nîva îsal, 5 hezar û 824 kes ji ber bazirganî û bikaranîna madeyên hişber hatine girtin, di nav wan de jî 628 jin û zarok hene."

Navbirî li ser hejmara kesên ku li parêzgehên Herêma Kurdistanê bikarînerên madeyên hişber bûne û li navendên vegerandinê hatine çarekirin ragihand, “52 kes li Çaksaziya Mezin a Silêmaniyê, 60 kes li Hewlêrê û 42 kes jî li Dihokê hatine çarekirin, herwesa 124 jin û zarok jî li navendên vegerandinê li her sê parêzgehan hatine çarekirin.”

Li gorî amarên sala 2024ê, ji hezar û 636 kesan ku ji ber bikaranîn û bazirganîkirinê hatine girtin, 916 bazirgan û 720 bikarîner bûn, ku 521 ji wan li navendên vegerandinê çareserî wergirtiye û hatine çarekirin.

Fly Erbil Advertisment