Rehman Xanî: Bendavên mezin ên Herêma Kurdistanê tên nûjenkirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Rêveberê Giştî yê Bendavên Herêma Kurdistanê dibêje, “Bendavên Herêma Kurdistanê kevin in û erkê hikûmeta federal e ku budçeyeke salane ji bo nûjenkirina wan terxan bike. Piştî gelek nivîsarên fermî, biryar hat dan ku ji bo nûjenkirina her sê bendavên mezin ên Herêma Kurdistanê budçeyek bê dabînkirin.”
Rêveberê Giştî yê Bendavên Herêma Kurdistanê Rehman Xanî îro (Pêncşem, 7ê Tebaxa 2025ê) ji malpera Kurdistan24ê re ragihand, “Me gelek caran bi nivîsarên fermî ji Hikûmeta Iraqê daxwaz kiriye ku ji bo nûjenkirina bendavên Herêma Kurdistanê budçeyek bê dabînkirin. Li dawiyê biryar hat dan ku ji bo nûjenkirina her sê bendavên Dukan, Derbendîxan û Dihokê budçeyek bê dabînkirin.”
Rehman Xanî herwesa got, “Ava bendavan ne tenê ji bo navxweya Herêma Kurdistanê feyde heye, lê Iraq û başûrê Iraqê jî ji ava bendavan feydeyî werdigirin, lewma nûjenkirina bendavan ji bo berjewendiya giştî ye.”
Navbirî di derheqa gotgotkên hebûna derzan di bendava Derbendîxanê de got, “Her bendavekê salane pêdivîtî bi nûjenkirinê heye, lê rastiya ku di bendavê de derz hene û pirsgirêkên vegirtina avê çê dibin ne rast e û bendav hîn jî baş e û dikare avê vebigire.”
Rêveberê Giştî yê Bendavên Herêma Kurdistanê amaje jî da, "Îsal rêjeya barîna baranaê kêm bû, lê me xwe ji bo hişkesaliyê amade kiriye. Ger sala bê jî hişkesalî be, divê em xwe biguncînin ku avê tenê ji bo pêdivîtiyê bi kar bînin û pûç nekin."
Girîngîdana bi ewlehiya avê yek ji karên berdewam ên kabîneya nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bûye, ji bo vê armancê jî gelek bendav û pondên nû û projeyên ava paqij hatine çêkirin.
Di kabîneya nehê de heşt bendav hatine çêkirin û gelek bendavên din jî di pêvajoya çêkirinê de ne, ku dikarin zêdetirî 250 milyon metrên sêcarkî yên avê vebigirin. Ji bilî bendavan jî, 23 pond hatine çêkirin û 58 pondên din jî di pêvajoya çêkirinê de ne.