Konsulê Îranê: Herêma Kurdistanê pêşwaziyeke gelek baş bo serdankerên me kiriye

Navenda Nûçeyan (K24) - Konsulê Îranê li Hewlêrê ragihand ku, amadekariyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo pêşwazîkirina serdankerên merasîmên çiliya şehîdbûna Îmam Hisên ji salên berê pir çêtir bûne.

Konsulê Giştî yê Îranê li Hewlêrê Feramerz Esedî îro (Pêncşem, 7ê Tebaxa 2025ê) di konferanseke rojnamevanî de got, "Di du mehên borî de, me hejmareke hevdîtinan bi Parêzgarê Hewlêrê û berpirsên din ên wê parêzgehê re kirin, bi merema amadekariyan ji bo pêşwazîkirina serdankeran."

Konsulê Giştî yê Îranê li Hewlêrê herwesa got, “Li gorî salên berê, îsal ji bo pêşwazîkirina serdankerên çiliya şehîdbûna Îmam Hisên karekî pir çêtir hatiye kirin.”

Feramerz Esedî herwesa got, "Ez spasiya hemî berpirsên Herêma Kurdistanê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) dikim, ji ber wan alîkarî û hêsankariyên ku wan îsal ji bo çûn û vegerên serdankerên me kirine."

 
Fly Erbil Advertisment