Hikûmeta Holandayê: Em itîrafê bi dewleta Filistînê nakin

Navenda Nûçeyan (K24) - Hikûmeta Holandayê ragihand, “Em di vê demê de itîrafê bi dewleta Filistînî nakin.” Herwesa ragihand, “Tiştên ku li deverê diqewime ewlehiya Îsraîlê xera dike.”
Wezîrê Derve yê Holandayê Caspar Veldkamp li ser Xezzeyê ji parlementoya welatê xwe re got, “Holanda niha plan nake ku di vê demê itîrafê bi dewleta Filistînî bike.”
Caspar Veldkamp herwesa bangên rawestandina hawirdekirina çekan ji Îsraîlê red kirin û got, “Holandayê girîngiya sereke daye kirîna çekan ji navxweya Yekîtiya Ewropayê.” Amaje jî da, “Holandayê pêştir gavên girîng avêtine, wekî qedexekirina seferê li ser du wezîrên Îsraîlê.”
Wezîrê Derve yê Holandayê tekez jî kir, "Ev şer êdî şerekî adil nîne û ewlehî û nasnameya Îsraîlê têk dide."
Helwesta Holandayê ji ya hin welatên NATOyê cuda ye, ya herî diyar jî Fransa ye ku ragihandiye ku, ew dê itîrafê bi dewleta Filistînê bike.”
Wezareta Derve ya Amerîkayê li roja Duşemê (28ê Tîrmeha 2025ê) di daxuyaniyekê de amaje dabû ku, konferansa Neteweyên Yekgirtî ya girêdayî çareseriyea ragihandina her du dewletên Filistîn û Îsraîlê dê bê encam be û dê di demeke xelet de bê lidarxistin.” Herwesa gotibû, “Ew konferans ji bo propaganda û armancên siyasî ye, ku gavên ber bi aştiyê ve dijwartir dike.”