Şaxewan Ebdila: Danûstandinên girêdayî petrolê bi Bexdayê re gihîştine qonaxa dawiyê

Şaxewan Ebdila
Şaxewan Ebdila

Navenda Nûçeyan (K24) - Cîgirê Serokê Encûmena Nûnerên Îraqê amaje da, “Ew komîteyên ku ji bo nîqaşkirina pirsa di navbera Hewler û Bexdayê de hatine avakirin dê du mijaran nîqaş bikin; mijara petrolê û mijara dahata negirêdayî petrolê.”

Cîgirê Serokê Encûmena Nûnerên Îraqê Şaxewan Ebdila îro (Yekşemê, 10ê Tebaxa 2025ê) di konferanseke rojnamevanî de ragihand, “Tevî ku qanûna hilweşandina biryarên Encûmena Bilind a Şoreşa Beisê hatiye derbazkirin, hikûmetê wekî pêdivî bi cîh neaniye. Îro jî nivîsara Serokwezîr daye aliyên peywendîdar da ku biryara encûmenê bi cîh bînin.”

Şaxewan Ebdila di derheqa peymana di navbera Hewler û Bexdayê de li ser mûçeyan got ku, ew dê bigihîjin lihevkirinê. Ew lihevkirin jî dê li ser rewşa rastîn a berhema petrolê û dahata navxweyî bê kirin.

Navbirî amaje jî da, “Ew komîteyên ku ji bo nîqaşkirina pirsa di navbera Hewler û Bexdayê de hatine avakirin dê du mijaran nîqaş bikin; mijara dahatên petrolê û mijara negirêdayî petrolê.” Herwesa got ku, her du aliyan li ser mijara petrolê li hev kiriye û gihîştine qonaxa dawiyê.

Cîgirê Serokê Encûmena Nûnerên Îraqê tekez jî kir, “Her gava ku her du alî li ser hemî mijaran bicivin, şandina mûçeyan dê li ser karnameya Encûmena Wezîran bê zêdekirin.”

 
Fly Erbil Advertisment