Ronkirinek ji Fermangeha Peywendiyên Derve ya Herêma Kurdistanê

Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê
Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê

Navenda Nûçeyan (K24) - Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dibêje ku, nûçeya serdana Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo Amerîkayê ne rast e û ti bingeheke wê tune ye.

Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro (Yekşem, 10ê Tebaxa 2025ê) di daxuyaniyekê de eşkere kir, “Ev çend roj in ku hin medyayên neberpirsiyar bi meremên taybet nûçeya serdana Serokwezîr ji bo Amerîkayê û hevdîtinên bi rayedarên payebilind ên wî welatî re weşandiye.”

Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemî raporên ku dibêjin Serokwezîrê Herêma Kurdistanê serdana Amerîkayê kiriye red kirn û amaje da, “Ew nûçe ne rast in û ti bingeheke wan tune ye.” 

Fermangeha navbirî hêvî dike ku, medya pişta xwe bi çavkaniyên fermî germ bikin, ne ku armanca wan şaşkirina raya giştî be.

 
Fly Erbil Advertisment