Rewangeha Sûriyeyî amareke nû ya qurbaniyên Suweydayê belav kir

Bajarê Suweydayê
Bajarê Suweydayê

Navenda Nûçeyan (K24) – Rewangeha Sûriyeyî ya Mafên Mirovan delîlên nû li ser hejmara kuştiyên parêzgeha Suweydayê eşkere kirin. Ev yek jî diselimîne ku, zêdetirî hezar û 650 kesan hatine kuştin.

Rêveberê Rewangeha Sûriyeyî Mafên Mirovan Ramî Ebdilrehman îro (Çarşem, 13ê Tebaxa 2025ê) taybet ji Kurdistan24ê re ragihand, “Hejmara kuştiyên tundûtîjiyên parêzgeha Suweydayê ya başûrê Sûriyeyê ji 13 heta 20ê Tîrmehê hezar û 653 kes bû.”

Ramî Ebdilrehman eşkere jî kir, “429 kes ji wan ji hêla hêzên girêdayî Wezareta Bergiriyê û Wezareta Navxweyî yên Sûriyeyê ve bi eşkereyî hatine îdamkirin, ji wê hejmarê jî 38 jin û 14 zarok û pîr û kal hene.”

Rêveberê Rewangeha Sûriyeyî ya Mafên Mirovan amaje jî da, “Hejmara kuştiyan ji ber pevçûn, îdam û bombebaranên Îsraîlê ji sibeha Yekşemê (13ê Tîrmeha 2025ê) ve gihîştiye hezar û 653 kesan ku bi vî rengê xwarê hatine parvekirin:

-         724 kes ji wan şêniyên Suweydayê bûn, ku 166 ji wan sivîl, 21 zarok û 56 jî jin bûn.

-         477 kes ji Wezareta Bergiriyê û Ewlekariya Giştî bûn, 40 ji wan endamên eşîran bûn û yek jî çekdarekî Libnanî bû.

-         15 karmendên Wezareta Bergiriyê û Wezareta Navxwe di êrîşên asmanî yên Îsraîlê de hatin kuştin.

-         Sê kes, ku jinek û du kesên nenas in, di êrîşa asmanî ya Îsraîlê ya li ser avahiyê Wezareta Bergiriyê de hatin kuştin.

-         Du medyakar di pevçûnên li Suweydayê de hatin kuştin.

 
Fly Erbil Advertisment