Tuncer Bakirhan ji Hakan Fîdan re: Zimanê gefxwarinê ne çareserî ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê derbarê aloziyên li Sûriyeyê û daxuyaniyên Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fidan ên li ser HSD û YPG'ê de got, helwesta Tirkiyeyê ya gefxwarinê ji bo çareseriyê ne alîkar e û rexne li siyaseta dualî ya Enqereyê ya li hember Kurdan girt.
Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan îro 14ê Tebaxê ji medyaya Tirkiyeyê re diyar kir, hikûmeta nû ya li Sûriyeyê weke berdewamiya heman zîhniyeta desthilata Esed e û got: “Di her fersendê de bikaranîna zimanê gefxwarinê li dijî serkirdayetî û gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ti feydeyê nade tu kesî.”
"Pirsa Kurdên Sûriyeyê li Şamê û ya Tirkiyeyê li Enqereyê tê çareserkirin"
Hevserokê DEM Partiyê bal kişand ser cudahiya di navbera siyaseta Tirkiyeyê ya li hember Kurdên Tirkiyeyê û Kurdên Sûriyeyê de û wiha axivî:
"Nabe ku desthilata Tirkiyeyê piştî destpêkirina pêvajoya aştiyê, bi awayekî cuda serederiyê li gel Kurdên Tirkiyeyê û bi awayekî din li gel Kurdên Sûriyeyê bike. Kurdê Sûriyeyê li Şamê li çareseriyê digere û Kurdê Tirkiyeyê jî li Enqereyê li çareseriyê digere. Girêdana her du aliyan bi hev re ne karekî rast e.”
Bakirhan bang li Wezîrê Derve Hakan Fidan kir ku zimanekî guncaw ji bo pêvajoyê bikar bîne û pirsî: “Gelê Kurd li Rojava çawa dikare bi wan kesan bawer bike ku xwe weke 'Komara Erebî ya Sûriyeyê' binav dikin?”