Li Şamê teqînekê rû da

Navenda Nûçeyan (K24) – Li ser otostrada Mezzeh a Şamê, bombeyeke ku di nav otomobîleke kevin de hatibû bicihkirin, teqiya. Di encama teqînê de ti ziyanên canî çênebûn.
Ajansa “SANA” a fermî ya Sûriyeyê îro 16ê Tebaxê li ser zarê Fermandarê Ewlekariya Hundirîn li parêzgeha Şamê, Emîd Usame Mihemed Xeyr Atke belav kir, teqîn ji ber bombeyeke ku di nav otomobîleke kevin a cûreya "Austin" de hatibû çandin, qewimiye.
Hat diyarkirin ku ev otomobîl ji bo demeke dirêj li heman cihî parkkirî bû. Di teqînê de jî, tenê hin ziyanên madî çêbûn.
Piştî teqînê, tîmên meydanî yên pêwendîdar dest bi karê xwe kirin. Heta niha ti kes an aliyekî berpirsiyariya teqînê li xwe negirtiye.