Sûriye.. Hêzên Amerîkayê êrîşî DAIŞê kiriye

Navenda Nûçeyan (K24) - Li gorî ajanseke Amerîkayî ya nûçeyan, hêzên Amerîkayî li bakurê rojavayê Sûriyeyê êrîşî endamekî payebilind ê DAIŞê kiriye, ku welatiyekî Iraqî bû û bi welatiyeke Fransayî re zewicîbû.

Ajansa Reutersê ya Nûçeyan ji zarê rayedarekî Amerîkayî û çavkaniyeke ewlehiyê ya Sûriyeyê ve gotiye, “Hêzên Amerîkayê îro (Çarşem, 20ê Tebaxa 2025ê) li derdora seet 2ê serê sibehê bi dema Sûriyeyê, di operasyonekê de li bajarkê Etmê yê bakurê rojavayê Sûriyeyê li parêzgeha Idlibê, êrîşî DAIŞê kiriye û endamekî wê kuştiye.”

Ajansa Reutersê amaje jî da ku, wî endamî bizav kir ku bireve lê hêzên Amerîkayî karîn wî rawestînin û bikin armanc.

Ji dema ku hikûmeta nû ya Sûriyeyê dest bi karê xwe kiriye, ev êrîşa duyê ya eşkere ya hêzên Amerîkayê li bakurê Sûriyeyê ye ku li dijî DAIŞê tê kirin. Hikûmeta Şamê jî bi alîkariya Hevpeymaniya Navneteweyî ya bi serokatiya Amerîkayê soz daye ku, di çarçoveya wê hevpeymaniyê de pêşiyê li vejîna DAIŞê bigire.

Ajansa Amerîkayî ya navbirî ron jî kiriye, “Nasnameya wî endamê DAIŞê nehatiye eşkerekirin, lê rayedarekî ewlehiyê yê Amerîkayî got ku kesê kuştî endamekî payebilind ê DAIŞê bû, welatiyekî Iraqê bû û bi welatiyeke Fransayî re zewicîbû, û çarenivîsa jina wî hîn ne diyar e.”

Li gorî zanyarên wê ajansê, ew operasyon ji aliyê helîkopter û dronan ve hatiye piştgirîkirin, di eynî demê de hêzên xwecihî yên Sûriyeyê ew tax dorpêç kiribû û hêzên Amerîkayî jî êrîşa xwe kiribû.

Pentagonê di Tîrmehê de ragihandibû, “Serkirdeyekî payebilind ê DAIŞê û du kurên wî di êrîşekê de li parêzgeha Helebê hatine kuştin.”

 
Fly Erbil Advertisment