Serokatiya Herêma Kurdistanê: Divê hemî arêşe bi rêya qanûnê û bê tundûtîjî bên çareserkirin

Serokatiya Herêma Kurdistanê
Serokatiya Herêma Kurdistanê

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokatiya Herêma Kurdistanê di peyamekê de li ser rewşa Silêmaniyê tekez li ser serweriya qanûnê û parastina ewlehî û aramiya wî bajarî û parastina ser û malên welatiyan kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê îro (În, 22ê Tebaxa 2025ê) peyamek li ser rewşa Silêmaniyê parve kir û tê de got, “Piştî bûyera nexwestî ya serê sibeha îro li Silêmaniyê, ku mixabin hejmareke qurbaniyan jê peyda bû, em tekezê li ser serweriya qanûnê û parastina ewlehî û aramiya wî bajarî û parastina ser û malên welatiyan dikin.”

Serokatiya Herêma Kurdistanê herwesa tekez jî kir ku, divê hemî pirsgirêk û nakokî bi rêya qanûnê û bê tundûtîjî bên çareserkirin.

Serokatiya Herêma Kurdistanê her di wê peyamê de gotiye, “Em sersaxiyê ji malbat û kesûkarên tevaya qurbaniyan re dixwazin û em hevxemên wan in û ji birîndaran re jî çarebûneke bilez dixwazin.”

Şer û pevçûnên di navbera hêzên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û hêzên Lahûr Şêx Cengî de şevêdî hatine destpêkirin û her zû Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzani jî ragihand, “Ev alozî û pevçûnên li Silêmaniyê diqewimin ewlehî û aramiya Herêma Kurdistanê dikin armanc.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêdivî jî dît ku, hemî alî xwe rabigirin û tavilê wan pevçûnan rawestînin û ciwanên vî welatî nekin qurbanî. Tekez jî kir ku, divê hemî pirsgirêk û nakokî bi rêyên qanûnî bên çareserkirin.

 
 
 
Fly Erbil Advertisment